Li kolanên Ewrûpa dengê nerazîbûna Kurdistanîyan berdewam e

Li kolanên Ewrûpa dengê nerazîbûna Kurdistanîyan berdewam e

Dawiya vê heftê li çend bajarên Ewrûpa dengê protestoyên Kurdistanîyan li qad û li ber konsolosxana dîsa olan dida. Berlîn, Kopenhang, Bruksel, Hannover, Stavenger...

A+A-

Îro (28.10.2017) bi amadekarîya Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarka, bi piştgirîya Platforma Partîyên Sîyasî yên Kurdistanî ji bo piştgirîya Başûrê Kurdistanê û nerazîbûna xwe ya li hember welatên ne xêrxwazên gel û welatê Kurdistanê û rûreşkirina êrîşên dagirkeran (Iraq, Îran û Tirkîye) ya li ser Başûrê Kurdistanê, bi sedan Kurdistanî bi ala û şîarên xwe xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan di demjimêr 13.00 de li Nørreport Station, ji navenda bajarê Kopenhagenê ku ji konsolxaneya Amerîka 1500 m dûre dest pê kir û ber bi Sefareta Amerîka bi rê ket. Di demjimêr 15.45'an jî bi peyamên kurdî, Danîmarkî û Îngilîzî û bi şêweyekî sertkeftî bi dawî hat.

STAVENGER

sravenger.20171028.jpg

Endam û dilxwazên partîyên Kurdistanî yên ku li herêma Stavangera Norweç ê dijîn , di 28.10. 2017 an de ,ji bo piştgirîya başûrê Kürdistan ê û ji bo protesto kirina , êrişên ku ji terefê Bagdad, Tahran, Ankara û heşda şebî tên li ser Kürdistan ê
Xwepêşandanekê hate lidarxistin.

Bi sedan kurd beşdarî xwepêşandanê bûn û bi giştî dan xweyakirin ku ewên bi her tiştên xwe ligel serokê Başûrê Kurdistan ê kek Mesut Barzani û cîgirê serok kek Kusret Resul bin.

danîmarka1.jpg

​Herweha Li Berlînê, Brukselê û li Hannoverê jî xwepêşandan hatin li dar xistin.

 

Eva jî metna peyama Hevkarî û Federasyona Komeleyên Kurdî li Danîmarkayê ye:

Hevnîştimanîyên birêz

Kurdên dilsoz yên niştecihên Danmark

Endam, layengerên hîzb û rêxistinên sîyasî, komelên kulturî, kor û komên beşerdost û parêzvanên mafên mirov. Kurdîstanîyên hêjê!

 

Em îro li vir kom bûne ji bo ku em dengê Kurd û Kurdistanê bigihînin Amerîka û Raya Giştî a Cihanê.

Îro Kurdistan di pêvajoyeke gelekî hesas û hestyar re derbas dibê. Dijminên sûndxwar ên gelê kurd li her çar beşên Kurdistanê xake pîroz a Kurdistanê dagîr kirine.  Komara kurdkûj û a li dijî gelê kurd, Komara Îslamîya Îranê di dirêjahîya dîrokê de - çi di dema rejîma Şah da û çi jî di dema rejîma axûndên îslamî li Rojhillatê Kurdistanê, paşmayîyên Saddammê xwînxar li Başur, Kemalistên nijadperest li Bakur, li gel diktator û nijadperestên Bahsî li Rojava ji bo têkbirin û perçiqandina gelê kurd hemû derfet û mecalên xwe bikar tînîn.

 Ji bo kuştin, girtin û sêdaredana tekoşer û azadîxwazên kurd, bi hemû şêweyî wahşêtîya xwe bi kar tînin.  Ji bo rê li ber girtin û têkdana rizgarî û serxwebûna milletê kurd hewl didin û planên tarî amade dikin. Di vê rê da jî, xwe ji çi cînayet û jenosîdan nedane paş û bi dehan caran xwîna kurdan rijandîne, kurd qetlîam kirine. Di dirêjahiya dîrokê de kurd rûbirûyê cînayet, kuştin, enfal û kîmyabaranan bûne. Jenosîd û qetlîamên li Dêrsimê, li Gelîyê Zîlan, li Zerdeşt, li Berzan, li Helepçe, li Şingalê û li Rojavayê Kurdistanê hemû hê ji li ber çava nin. 

 Îro jenosîdeke nû hatîye plan kirin. Plana taze ya li dijî mirovatîyê îro bi serpereştî û piştevanîya dijminkarane ya rejîma axûndên Îranê li Başûrê Kurdistanê birêve diçê. Rejîma di vî şerê li dijî Kurdan de rola here sereke dilîzê û hemû fitne û fesadî ji bin wan derdikevin. Rejima Îranê hemû hêzên kevneperest li dijî kurdan kom kirine û her bi hevkarîya desteyek niştimanfroşên kurd li dijî netewa kurd êrîşeke dirindane ji bo ser Kerkûk û navçeyên azad dest pê kirine. Ev navçeyane bi xwîna şehîdên rêya rizgarîya Kurdistanê hatîne nexşandin. Rizgarkirina van navçeyan ji destê DAIŞ’îyên hov, gelê Kurdistanê bi hezaran şehid û birîndar dane.

 Hêjayan:  

 Armanca dagîrkeran bê şik, têkşikandina serkeftina dîrokî ya referandûma gelê Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistane ye. Ewan bi sûpayekî dirindane û xwînxwar wekî cinayetkarên DAIŞ’ê dest pê kirin. Niha jî bi destê Sûpayê Quds a Pasdarên Îranê û çeteyên Heşdî Wehşîyên şîhîyên Îraqî berdewam in. Helbet hêzên nîzamîyên din jî bi rawêjkarîya welatên dijminên kurd, wek Tirkîye û Sûrîye jî palpiştîya wan dikin. Dest bi ser navçên nakokbar da girtine, destdirêjî bi can û malê xelkê medenî dikin, li gel talan û dizî, bi dehhezaran nîştecî jî koçber bûne.

Birêzan;

Ev êriş, dagîrkerî û cînayetên hovane, li ber çavê Hêzên Hevpeyman, bi seretayî Amrika, bi dehan nûnerên rêkxirawên parêzgerên mafên mirovan û nûnerên Yekîtîya Netewan derbas dibê.  Evane di nêzîk de şahidê van bûyeran in. Evane hemû bêdeng in, ji ber ku kurdan daxwaza mafê xwe yê çarenivîsî kirîye. Heta îro jî di helwestên xwe de ne sedî sed ne zelal in û li gel ku baş jî dizanin ku Îraq û Îran her roj êrîşan dibin ser Kurdistanê jî, lê heta vê gavê jî rê li ber êrîşan negirtine. Her dibêjin li hev werin. Başe, ma Kurdistanê jî hê di destpêkê de ne ev got? Kurdistan ji roja ewil her aşîtî û dîyalog xwestîye, lê dijmin vê yekê qebul nakê û dixwazin tevaye Kurdistanê dagir bikin û kurdan bifetisînin.

 Em wek Federasyona Komelên Kurd li Danmark bi piştevanîya Revenda Kurd li Danîmark û piştevanîya Platforma Hêzên Sîyasî ên Kurd li Danîmark van êrîşên hovane ên li ser Kurdistanê bi tûndî mahkûm û şermezar  dikin.

 Em daxwazê ji hemû sazî û rêxistinên navdewletî, layengerên mafên mirovan, sîyasetmedaran, ji Amerîka dikin ku li dijî vê zulmê û zordarîyê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe bînin ziman. Em jî li vir soz û peyman didin gelê xwe û pêşmeregyên qahreman ên Kurdistanê, didin hemû şehîdên Kurdistanê, ku heta dawîyê emê bi hemû îmkanên xwe ve  xebat û têkoşanê ne rawestîn in.

Bijî Kurd û Kurdistan

Revenda Kurd li Danîmark bi piştevanîya Federasyona Komelên Kurd li Danîmark û Platforma Hêzên Sîyasî ên Kurd li Danîmark

berlin2017.10-28.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin