Li Kerkûkê jinek hat kuştin

Li Kerkûkê jinek hat kuştin

Berpirsê polîsê parêzgeha Kerkûkê aşkera kir, şeva borî li taxa Wehde ya bajarê Kerkûkê termê jinekê nav hewşa mala wan de hatîye dîtin û ji alîyê polîs ve hevjîn û birayê wê jinê hatine girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Rêveberê binkeyê polîsê Rûbe ya bajarê Kerkûkê Heval Muhsîn ji basnewsê re ragehand: ‘’Piştî dîtina termê jineke temen 30 salî ya bi navê Î.R.Z li taxa Wehde ya bajarê Kerkûkê, ku dayîka 3 zarokan bû, hêzên polîs dest bi lêkolînê kirin.’’

Herwaha got: ‘’Ew jin şeva borî hatîye kuştin termê wê li hewşa mala wan bixwe de hat dîtin, ji ber wê jî polîs hevjînê wê jinê û birayê wê girt binçava.’’

Herwaha got: ‘’Herçend hevjînê wê jinê behs dike ku wê jinê dawî bi jîyana xwe anîye jî, lê guman heye destê wî bi xwe di wê de hebe, tewanê kuştina hevjîna xwe wî zilamî bixwe encam dabe.’’

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin