Li Kerkûkê çend teqîn

Li Kerkûkê çend teqîn

Hate ragihand ku li Kerkûkê li çend cihên cuda li pey hev çend teqîn qewimîn. Di encama teqînan de 11 kes birîndar bûne.

A+A-

Li gor Rûdawê teqîn li Şorce, li ser rêya Bexda, cadeya Quds û Hîsabat rû dane. Herwiha îşev du topên hawên li nêzîkî nexweşxaneya zarokan a Kerkûkê ketine xwarê û pênc kes birîndar bûne.

 

Li gor zanyariyên destpêkê di encama hemû teqînan de 11 kes birîndar bûn.

 

Endamê Lijneya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ragihand: “Wesayîtek di nav qerebalixê re derbas bûye û bombe û narincok avêtine. Piraniya teqînên vê şevê bi vê rêyê hatine encamdan.”

 

Navenda Ragihandinê ya Ewlehiyê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku hêzên ewlehiyê li Kerkûkê li dijî "wan terorîstan" dest bi lêgerîneke berfireh kiriye ku sê bombeyên deng li ser rêya Rehîmawa – Şorîsce teqandine.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku sê bombeyên vedayî li ser rêya Bexda hatine teqandin û di encama teqînan de xelkê sivîl birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin