Li Kampa Holê agir bi çadiran ket

Li Kampa Holê agir bi çadiran ket

.

A+A-

Li kampa Holê ya li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê  agir di nav beşê malbatên DAIŞ de derket.

Li gor agahiyên berdest duh agir di nava Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê derket û di encam de hejmareke çadir şewitîn.

Hat zanîn agir di nava beşê 2 yê Kampa Holê bûye cihê malbatên çekdarên DAIŞê ye û di encam de 13e çadir şewitîn û ziyan tenê madî bûn.

Agir ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn (Asayîş) ve hate vemirandin.

Kampa Holê dikeve rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û nêzîkî 56 hezar kesan vedhewîne, ji wê hejmarê nêzîkî 8 hezar û 500 ji jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin