Li Îranê xwepêşanderek hat kuştin

Li Îranê xwepêşanderek hat kuştin

Di xwepêşandanên bajarê Kerec yê Îranê de, xortekî 26 salî hat kuştin û dozgerê giştî yê wî bajarî dibêje, teqe ji nav xwepêşanderan li wî xortî hatiye kirin.

A+A-

Rêxistinên Mafên Mirovan îro êvarî ragihandin, ku ew xortê 26 salî bi teqeyên rasterast ên hêzên ewlekariya Îranê hatiye kuştin.

Di hember wan daxuyaniyan de, dozgerê giştî yê Kerec diyar kir, ku ew xort ji pişt ve hatiye kuştin û ev yek tê wê wateyê, ku ji nav xwepêşanderan teqe lê hatiye kirin.

Di xwepêşandanên sala derbasbûyî de, li Îranê 25 kes bi teqeyên rasterast ên hêzên ewlekariyê hatibûn kuştin, lê berpirsên wî welatî kuştina wan kesan xistin stiwê kesên nenaskirî û hêzên sîxurî yên welatên biyanî bi kuştina wan xwepêşanderan tometbar kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin