Li Îranê otobûsa rêwîyan wergerîya, 19 kes mirin

Li Îranê otobûsa rêwîyan wergerîya, 19 kes mirin

Li parêzgeha Mazenderan ya Îranê otobûsa rêwîyan wergerîya, 19 rêwî mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Derengîya şeva borî li devera Sevadkûh ya parêzgeha Mazenderan li bakûrê Îranê, otobûsa rêwîyan, ku ji Tehranê diçû bajarê Gunbedê, wergerîya.

Li gorî agahîyan, di wê rûdanê de 19 kes mirin ku yek ji wan jineka du canî bû, 24 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku otobûs ji ber pirsgirêkên teknîkî wergerîyaye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin