Li Îranê 132 kesên din bi Koronayê can dan

Li Îranê 132 kesên din bi Koronayê can dan

Li Îranê 132 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 2300 kesên din jî pê ketin.

A+A-

Li Îranê 132 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 2300 kesên din jî pê ketin.

Berdevka wezareta tenduristiya Îranê, dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 132 kes li Îranê bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 22 hezar û 542 kesan.

Dr. Sîma Larî her wiha da zanîn, ji duhî de 2 hezar û 302 pêketiyên Koronayê jî hatine tomarkirin û hejmara pêketiyan gihîştiye 391 hezar û 112 kesan.

Bi gotina wê berpirsa Îranî, heta niha 337 hezar û 414 nexweşên Koronayê baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin