Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 14 çalakvanên Kurd hatin desteserkirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 14 çalakvanên Kurd hatin desteserkirin

.

A+A-

Rêxistina Mafên Mirovan aşkere kir ku ji destpêka vê hefteyê ve herî kêm 14 çalakvan û hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê bi sedemên siyasî hatine desteserkirin.

Li gor raporta Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw roja Şemiyê li Mihabadê 5 çalakvanên bi navên Şepol Xizrî, Derya Talebanî, Salar Rehewî, Efşîn Mam Ehmedî û Sîrwan Nûrî ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatin desteserkirin.

Li gor raporta Hengawê hêzên Îranê li bajarê li Mihabadê ciwanekî bi navê Îman Ebdî ku 21 salî ye li nav dukana xwe ya telefonfiroşiyê desteser kirin û bo cihekî ne diyar veguhastin û sedema desteserkinê jî ne diyar e.

Li gor raportê her wê rojê, li beşa navxwe ya Zanîngeha Xarezm li Kerecê, 2 xwendekararên Kurd bi navên Ferzad Samanî û Suheyb Badruc hatine desteserkirin.

Her li gor raportê hêzên emnî yên Îranê li Bokanê jî roja Şemiyê bi ser mala jinekê de girtiye bi navê Ezîme Nasrî û desteser kirine.

Herwiha li bajarokê Rebet ê ser bi Serdeştê ve jî, hêzên emnî roja Şemiyê 3 kes bi navên Behmen Yûsifzade, Ferhad û Fereydûn Musapûr desteser kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan aşkere dike ku li Merîwanê jî 2 çalakvanên jîngehparêz bi navên Dana Semedî û Sîrwan Kerîmzade rojên Şemî û Yekşemê hatine desteserkirin.

 

i.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin