Li Idlîbê teqîn: 32 kes mirin!

Li Idlîbê teqîn: 32 kes mirin!

Li navçeya Sermada ya bajarê Idlîb ya Sûriyê teqîn pêk hat û di encam de li gor agahiyên destpêkê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Rêvebirê parastina sivîl yê Idlîbê Mistefa Hac Yusuf di daxuyaniya xwe de diyar kir,” Li navçeya Sermada di hewşa kevin ya deriyê Sînorê esmanî yê Babûlê de, di herêma kesên ku li bakûrê Humusê hatine koçber kirin lê jiyan dikin de îro demjimêrên sibehê de teqînên mezin pêk hat”.

Hac Yusuf diyar kir; ”Di encama teqînan de du avahiyên 6 qat yên ku kesên li Humusê hatine koçber kirin tê de dijiyan hilweşiya, 32 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û herîkêm 45 kes jî birîndar bûn”.

Hac Yusuf herwaha diyar kir di xebatên lêgerîn û rizgar kirinê de 13 kesên ku di bin kaviliyê de mabûn hatine rizgar kirin û piraniya avahiyên derdor û wesayîtan jî xisar dîtine.

Tîmên parastina sivîlan xebatên xwe yên rizgar kirinê didomînin. Rayedar sedema teqînê lêkolîn dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin