Li Idlibê Rûsya û Tirkîye ji hev çi dixwazin?

Li Idlibê Rûsya û Tirkîye ji hev çi dixwazin?

Hemû pêşhateyên sîyasî û meydanî di van herdû rojên dawî de kifiş kirin, ku gotûbêjên Tirkîyê û Rûsyayê derbarê dosyeya Idlibê biser neketin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di dema ku Serokomarê Tirkîyê  Recep Tayyip Erdogan peywendî ligel Serokê Rûsyayê Viladimir Putin dikir, hêzên hikûmeta Sûrîyê bi piştîvanîya firokeyên Rûsyayê li Idlib û Helebê pêgehên grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve bombebaran dikirin.

Di vê derbarê de Erdogan ragihand  ku eger ew îro ji  xebatê li Sûrîyê, Lîbya, Derya Sipî û hemû navçeyê birevin, ew dê siberojê bihayekî giran bidin. Herwiha tekez kir, ku Pirsa Idlibê girîng e ji bo herêma Efrînê

Ji alîyê xwe ve berpirsên paye bilind ên Tirkîyê tekez kirin, ku peywendîya telefonî ya Erdogan ligel Putin ti armanc bo Enqere bidest nexist. Li gor heman çavkanîyan, Erdogan dixwaze Rêkeftina Soçî bi tevahî bê cîbicîkirin, wate vekişîna artêşa Sûrî ji “Devera Bêçek” li Idlibê, lê çavkanîyên Rûsî dibêjin qet û qet ew yek pêk nayê.

Di vê derbarê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya, Sergie Vershinin ragihand, ku ew piştîvanîya hêzên hikûmeta Sûrîyê di şerê dijî terorîstan li Idlibê dikin.

Li gor pisporên leşkerî, Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozisyonê dixwazin bi her awayî bajarê Seraqib ê stratejîk ji destê hêzên hikûmetê û Rûsyayê derxînin, lê ev hewldan li gor heman çavkanîyan dê bibe sedema şerekî neçavrênekirî, ku herdû welatên garantor wê yekê naxwazin.

Ji alîyê xwe ve  çavdêrên peywendîdar tekez kirin, ku lûtkeya çaralî ya ku di 5ê Adara bê de li Tirkîyê bo Idlibê lidardikeve ji Moskowê re ne girîng e, ji ber bi nerîna wan çavdêran armanca cografî û sîyasî ya Putin ji  dosyeya Idlibê û Sûrîyê bi giştî mezintir e.

Çavdêrên peywendîdar di wê bawerîyê de ne, ku Rûsya û Tirkîyê li Idlibê hevdû dikişînin lê naxwazin yekser rûbirûyî hevdu bibin, tenê li çareserîyek hevbeş a dualî digerin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin