Li Hong Kongê Daxwaza Çalakvanan Hatiye Qebûlkirin

Li Hong Kongê Daxwaza Çalakvanan Hatiye Qebûlkirin

Rêveberiya Hong Kongê aşkere kiriye ku wan pêşnûmeya bûye sedema protestoyan bi paş de kişandiye.

A+A-

Rêveberiya Hong Kongê aşkere kiriye ku wan pêşnûmeya bûye sedema protestoyan bi paş de kişandiye.

Li Hong Kongê pêşnûmeya ku bûye sedema protestoyan bi paş de hatiye kişandin. Li gor yasaya nû bi awayekê hêsanî sûcdar û bersûc dê bikarîbin ji bo rêvebiriya Tayvan û Çînê re bêne şandin.

Carrie Lam, Serokê Hong Kongê gotiye ku yasa bi awayekî fermî bi paş de hatiye kişandin.

Protestoyên li dijî vê pêşnûmeyê di 3yê Nîsanê de dest pê kiribû.

Di 12ê Tebaxê de bi hezaran kes çûbûn balafirgeha bajarî û seferên balafiran dabûn sekinandin.

Berdevkê birêvebiriya balafirgeha Hon Kongê Yang Guangî diyar kiribû ku ji ber protestoyan karên li balafirgehê hatine sekinandin. Bi tenê ji bo balafirên rêwîyên wan çûne di balafiran de destûra firiyanê hatiye dayin. 

Hin balafirên li esmanî destûra dadanê standî jî dadane balafirgehê. 

Ji ber protestoyan pêşnûme di 15ê Hezîranê de hatibû sekinandin, çalakvanan diyar kiribû ku heta bi awayekî fermî pêşnûme neyê betalkirin dê protestoyên xwe berdewam bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin