Li Hewlêrê ji bo dîtina Papa nav tên tomarkirin   

Li Hewlêrê ji bo dîtina Papa nav tên tomarkirin  

.

A+A-

Ew heftiyek e zêdetirî 200 kesan bi awayekê xwebexş li Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê dest bi tomarkirina navên wan krîstiyanan kirine ku dixwazin di merasima olî ya Qeddas de beşdar bibin, ku biryar e roja 7ê Adara 2021an li Stadyuma Şehîd Frenso Herîrî bi amadebûna Papa Fransîs birêve biçe.

Rodî Kinar Enwer, yek ji xwebexşên Dêra Mar Yûsif a li Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, “Dema heftiyekê ye ku dest bi tomarkirina xelkê hatiye kirin, ji bo ku li yarîgeha Hewlêrê amade bibin û dê tomarkirina navan du heftiyan dom bike”.

Rodî got, “Niha rojane zêdeyî 400-500 kesan tên û navê xwe tomar dikin û heya niha li Hewlêrê 3,771 kesan navê xwe tomar kirine”.

Roja 5ê Adara 2021 Papa Fransîs ji Romayê berê xwe dide Iraqê û li Firokexaneya Navdewletiya Bexdayê ji aliyê Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê ve dê bê pêşwazîkirin. Paşê Papa dê ber bi koşa serokatiya Iraqê ve birê bikeve û dê li wê derê merasima pêşwaziya li wî bê lidarxistin û dê li gel Berhem Salih Serokomarê Iraqê û paşê jî li gel berpirsên din ên Iraqê, diplomat û kesên ser bi civaka sivîl ve hevdîtinan bike.

Papayê Vatîkanê paşê dê serdana Dêra Seyide Necat a Suryanî-Katolîkî ya li Bexdayê bike û li gel oldarên krîstiyan bicive.

Roja Şemiyê 6ê Adarê, Papa dê serdana Necefê bike û li wê derê li gel Elî Sîstanî oldarê mezin ê Şîeyên Iraqê bicive. Paşê dê serdana bajarê Ûr ê dîrokî bike û danê êvara heman rojê li Bexdayê dê beşdariyê di merasima Dêra Mar Yûsif a Kildanî bike.

Roja 7ê Adarê Papa dê ji Bexdayê ve berê xwe bide Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dê pêşwazî li wî bike.

Li Herêma Kurdistanê, Papa dê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan bike, paşê dê li gel kesayetên olî  bicive, piştre dê serdana Mûsilê bike û li wê derê nimêjê bo rihê qurbaniyên şer bike.

Papa herwiha paşê dê serdana Dêra Tahîreya Mezin a Qereqoşê bike û li wê derê dê li gel xelkê nimêja mizgîniyê bixwîne. Paşê Papayê Vatîkanê dê careke din vegere Hewlêrê û piştî nîvro li Stadyuma Frenso Herîrî ya Hewlêrê beşdariyê di merasimekê de bike.

Roja Duşemê 8ê Adara 2021, Papa dê vegere Bexdayê û dê merasima malavayiyê jê re bê lidarxistin û dê Iraqê ber bi Îtalya ve biterikîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin