Li Hesekê teqîn...Birîndar hene!

Li Hesekê teqîn...Birîndar hene!

Li bajarê Hesekê yê Rojava teqînek pêk hat û hat diyarkirin ku di encamê de kesên birîndar hene.

A+A-

Li gorî agahiyên Rûdawê di saetên vê êvarê de li taxa Newşe ya li bajarê Hesekê yê Rojava li ser rêya Şerîayê teqînekê rûdaye.

Hat ragihandin ku di encama teqînê de hinek kes birîndar bûne lê hêj derbarê sedema teqînê de ti zanyarî nehatine wergirtin.

Herwisa hat diyarkirin ku hêzên asayişa Hesekê û tîmên agirkujî û tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatine sewqkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin