Li Herêma Kurdistanê geştên esmanî destpê dikin

Li Herêma Kurdistanê geştên esmanî destpê dikin

Li Herêma Kurdistanê li balefirgehên Hewlêr û Silêmanîyê geştên esmanî destpê dikin

A+A-

Jiber koronavîrusê demeke dirêj e balafirgehên Herêma Kurdistanê nedihatin bikaranîn. Li gor daxuyanîya Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher, ji roja 1ê Tebaxê ve geştên esmanî li her du balefirgehên Hewlêr û Silêmanîyê destpê dikin.

Ano Cewher dîyar kir, piştî temam kirina amadekarîyan û girtina rêkarên tendirustîyê, li ber ronahîya biryara Desteya balefirvanîya sivîl a Iraqê, li Herêma Kurdistanê jî dest bi geştên esmanî ber bi welatên cîhanê ve destpê dikin.

Bi vekirina balefirgehên Hewlêr û Silêmanîyê re, geştên esmanî, tevgera aborî û mirovî di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê de destpê dikin.

Ji destpêka derketina nexweşîya Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistan û wek rêkarên xweparazîyê û rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, bi biryara Desteya Balefirvanîya Sivîl ya Iraqê, biryara ragirtina geştên esmanî hatibû dayîn, tenê geştên dîplomatkarên bîyanî dihatin kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin