Li Herêma Kurdistanê di nav 10 salên dawîn de 474 jin hatine kuştin

Li Herêma Kurdistanê di nav 10 salên dawîn de 474 jin hatine kuştin

Li Herêma Kurdistanê bi helkefta 25ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundûtiya li Dijî Jinan wek par îsal jî “kampanyake niştîmanî” hat destpêkirin. Ji aliyê din ve li gor daneyan her diçe tundûtijiya li hemberî jinan zêdetir dibe.

A+A-

Mijara pirsgirêka tundûtiya li dijî jinan bûye pirsgirêke gerdûnî. Li gor raporên Fona Nifûsa Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ji sê jinan yek di nav malbata xwe de rastî tundûtiyê dibe.

 

Li gor daneyên Rêveberiya Têkoşîna li Hemberî Tundûtiya Dijî Jinan, li Herêma Kurdistanê di navbera salên 2008 û 2017an de bûyerên tundiyê yên dijî jinan ji sedî 53.6 zêde bûne.

 

Herwiha li gor heman daneyan her sala paştir e, hejmara bûyerên tundiyê yên dijî jinan zêde dibe. Li gor daneyên 2016ê di sala 2017ê de ji sedî 60.7 bûyerên tundiyê yên dijî jinan zêde bûne.

 

Li gor raporeke derbarê rewşa jinên li Kurdistanê dijîn hatî amadekirin de ji sala 2008ê heta sala 2017ê 56 hezar û 979 bûyerên tundiyê yên dijî jinan hatine tomarkirin.

 

Jinan 51 hezar û 213 caran bi sedemên tundiyê giliyên xwe tomar kirine.

 

Li gor heman raporê di wan bûyeran de 474 jin hatine kuştin, 504 jinan întihar kirine. Hezar û 254 jinan xwe şewitandine. Di heman demê de hezar û 209 jin rastî destdirêjiya seksê hatine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin