Li Herêma Kurdistanê di 8 mehan de 32 jin hatine kuştin!

Li Herêma Kurdistanê di 8 mehan de 32 jin hatine kuştin!

Li gor amarên rêveberiya tekoşîna dijî tundiya jinan, li herêma Kurdistanê di 8 mehan de 32 jin hatine kuştin û 53 jinan jî xwe kuştiye.

A+A-

 

Di berdewama amarên rêveberiya tekoşîna dijî tundiya jinan de tê gotin, her di vê heyamê de 104 jinên din jî şewitîne û 83 jinan xwe şewitandiye û herwiha destdirêjiya seksî li ser 80 jinan pêk hatine.

Li gor heman amaran di heyama 8 mehên sala 2018an de 278 doz ji aliyê her du cinsan ve li ofîsa rêveberiya Tekoşîna dijî tundiya Jinan li bajarên cuda yên herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Îsal jî ew rewşane li gor sala borî kêm nebûne.

Vê derbarê de rêveberê Tekoşîna tundiyê ya dijî Jinan li Hewlêrê Muqadem Ferman Mihemed di derbarê amarên giştî yên sala 2017ê de ji çapemeniyê re ragehand: ‘’Sala borî 50 jin hatin kuştin û 75 jinên din jî xwe kuştine.’’

Li gor amarên sala borî 202 jin şewitîne û 122 jinan jî xwe şewitandiye. Herwaha di sala 2017ê de 8970 doz li rêveberiya Tekoşîna dijî tundiya malbatî hatine tomar kirin û sedî 32 yê wan dozan ji aliyê zilaman ve hatiye vekirin, sedî 68ê wan dozan jî ji aliyê jinan ve hatine vekirin, ku piraniya wan li hember hevjîn, bira û bavê xwe doz vekiribûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin