Li girtîgeha li Sinê, kurd têne kuştin!

Li girtîgeha li Sinê, kurd têne kuştin!

Xortê bi navê Husên Qadirî, ku di nav xwepêşandanên çend roj berê yên li Sine hatibû girtin, di girtîgeha bajarê Sine de can da.

A+A-

Tê gotin ku Husên Qadirî di bin îşkence û lêdanê de hatiye kuştin lê rayedarên girtîgehê dixwazin wisa nîşan bidin qaşo ew ji ber bikaranîna madeyên hişber miriye!

Hinek çavkanî dibêjin, Husên Qadirî çend roj berê miribû lê mirina niha hatiye ragihandin.

Çend roj berê du xortên kurd, Saro Qehremanî û Kiyanûş Zendî jî, ku di nav xwepêşandanê de hatibûn girtin, bi heman şêweyê di girtîgehê de hatibûn kuştin.

Wekîlê Îranê Mahmûd Sadıq, destnîşan kir ku girtî, piştî bi darê zorê dermanê didine wan dimirin. 

Hin girtiyên ku berî ku jiyana xwe ji dest bidin, digel malbatên xwe axivîne gotine îşkence bi me didin kirin û bi zorê dermanê didine me.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin