Li gelek deverên Başûr xwepêşandan!

Li gelek deverên Başûr xwepêşandan!

Li Herêma Kurdistanê, li gelek deverên wekî Silêmanî, Helebçe, Seyîdsadiq, Ranya, Qeladiz, Sengeser, Derbendîxan, Kelar, Teqteq û Çemçemalê ji ber xelk daketin qadan û daxwaza îstifayê li hikûmetê dikin.

A+A-

Li Herêma Kurdistanê, li gelek deverên wekî Silêmanî, Helebçe, Seyîdsadiq, Ranya, Qeladiz, Sengeser, Derbendîxan, Kelar, Teqteq û Çemçemalê  xelk daketin qadan û  ji ber ku xizmet nayê kirin, mûçe nayên dayîn û pirsgirêkên gendeliyê nayên çareserkirin daxwaza îstifayê li hikûmetê kirin.

 

Li bajarê Silêmaniyê mamosteyên nerazî li pêşiya Rêveberiya Perwerdeya Rojava ya Silêmaniyê kom bûn dest bi xwepêşandanê kirin. Li vî bajarî fermanberên tafîkê jî di grevê de ne û neçûne ser kar.

 

Ji ber paşkeftina meaşan, polîs û fermanberên trafîkê yê bajarê Silêmaniyê grev ragihandin û ji ber çalakiyê karûbarên hemwelatiyan rawestiyan. 

 

Berdevkê Rêveberiya Hatinûçûnê (trafîk) a Silêmaniyê Karwan Hemesidîq ji Rûdawê re ragihand: “Fermanberan mangirtin ragihandine û ji sibê ve deriyê rêveberiyê ji hemwelatiyan re nehatiye vekirin û karên wan nayên birêvebirin.”

 

Karwan Hemesidîq da zanîn, ku karmend û polîsan ji ber derengketina meaşan ev grev dest pê kirine û diyar kir, ku hê jî rêveberiya giştî daxuyaniyek ji bo vê çalakiyê belav nekiriye.  

 

Li bajarê Helebceyê jî ji ber heman sedeman xwepêşandan birêve diçin.

 

 

 Her wiha hate ragihandin ku Ji ber êrîşa asayîşê gelek kes birîndar bûn, gelek kes jî hatin binçavkirin. Li navçeya Çemçemalê hêzên ewlekariyê êrîşî xwepêşandanan kirin û gule li gel barandin. Di gulebaranê de 3 kes birîndar bûn. Li Silêmaniyê jî li dijî girsê êrîş pêk anîn û 5 kes bi guleyan birîndar bûn.

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin