Li Enqere û Stenbolê dijî AK Partiyê xwepêşandan tên kirin

Li Enqere û Stenbolê dijî AK Partiyê xwepêşandan tên kirin

,

A+A-

Li Tirkiyê piştî daketina nirxê lireyê Tirkî li beramberî diravên biyanî, li hinek taxên Stenbol û Enqerê xelk bi sloganên “AKP îstîfa” daketin kolanan.

Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê Omer Sonme ragihand ku li Taxa Kurtuluş a Stenbolê, polîsan weke rêgirî li hemberî xwepêşandanên li dijî AK Partiyê, li serê kolanan berbest danîne.

Li taxa Esatê ser bi navçeya Çankaya ya parêzgeha Enqerê hemwelatî derketin kolanê û bang li AK Partiyê kirin ku dest ji hikûmetê berde.

Li gor dîmenên ku di medyaya civakî de  hatine belavkirin 23ê Mijdara 2021ê demjimêrên êvarî li navçeya Çankaya ya Enqerê hemwelatî bi dirûşma “AKP îstîfa” derketin kolanê û rûbirûyî astengiya polîsan hatin.

Li gor agahiyên dawî welatî ji ber midexaleya polîsan li taxan belav bûne lê her ku diçe hejmara welatiyên xwepêşandar zêde dibin.

Herwiha ligel vê yekê li bajarê Stenbolê jî hejmareke welatî li ber Şaxa Stenbol ya Bankeya Navendî ya Tirkiyê bi armanca protestokirina hikûmetê kombûne.

Piştî axaftinên Erdogan îro Sêşemê 23ê Mijdara 2021ê lîreyê Tirkî li hember dolar bi tundî daket û dolarek gehişte 13.35 lîreyan û euroyek gehişte 15.00 lîreyan.

Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meheke dawî de li hember dolar %30 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ve û têkçûna aborî ye.

Pispor dibêjin daxistina rêjeya faîzê dê bibe sedem ku lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest bide, lê desthilata Tirkiyê bi taybetî Erdogan pêdagir e rêjeya faîzê zêdetir daxîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin