Li Enqerê civîna Sûriyê

Li Enqerê civîna Sûriyê

Ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê û bi taybet ya parêzgeha Idlibê, îro serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê li Enqerê dicivin.

A+A-

Ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê û bi taybet ya parêzgeha Idlibê, îro serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê li Enqerê dicivin.

Îro lûtketa sêalî ya di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Enqerê derbarê rewşa Sûriyê de birêve diçe.

Her serok di civînê de dê behsa dawî pêşhatên Sûriyê û bi taybetî rewşa Idlibê û bidawîna şerê li wê parêzgehê û vegera jixweberê ya penaberan bikin.

Li gor ajansa “Reuters” di civînê de hewl dê dayîn ku agirbesta ji dawiya meha bûrî  li bakurê rojavayê Sûriyê hatiye ragihandin berdewam bike.

Artêşa Sûriyê çend meh in êrîşî ser parêzgeha Idlibê dike û derdora hejmarek xalên çavdêriyê yên Tirkiyê jî hatibûn topbarankirin. Tirkiyê jî ragihandibû, ewê bersiva her êrîşekê artêşa Sûriyê li ser hêzên wan bidin.

Pêştir 4 civînên sêalî di navbera her sê serokan de derbarê rewşa meydanî ya Sûriyê û pêvajoya Astanayê de bûbûn, ev civîn jî ya pêncemîn e.

 

BASNEWS

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin