Li Êlihê korona belav dibe, avê jî qut dikin!

Li Êlihê korona belav dibe, avê jî qut dikin!

Li Êliha Bakurê Kurdistanê li alîyekê vîrusa koronayê belav dibe û li alîyê din pirsgirêka avê heye û Odeya Pizîşkan jî banga çareserîya pirsgirêkê dike û dibêje, “Bo xweparastina ji vîrusê av gelekî girîng e.”

A+A-

Serokê Odeya Pizîşkan a Êlihê Selahattin Oguz tekez kir ku di warê tendirûstîya civakê de girîngîyeke taybet a avê heye û xwest bilez astengên li ber xwegihandina avê bên rakirin.

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di demekê de ku hejmara kesên bi vîrusa koronayê dikevin zêde dibe, ji ber qutbûna avê welatî li dijî bahorê bê parastin mane. Serokê Odeya Pizîşkan a Êlihê Selahattin Oguz ragihand ku divê bilez astengên li ber xwegihandina avê ji holê bên rakirin.

Li Êlihê ku ji meha Nîsanê ve av qut dibe, ligel belavbûna vîrusa Coronayê êdî bûye pirsgirêkeke ciddî bo welatîyan. Di salên borî de jî ku zû bi zû av qut dibû, niha rojê 4 saetan av qut dibe. Li gor medya Tirkîyê, tedbîrên dijî koronayê ku ji alîyê Şaredarîya Êlihê ya dema HDPê de hatibûn wergirtin, piştî di 23ê Adarê de ji alîyê Wezareta Navxwe ya Tirkîyê ve qeyûm bo şaredarîyê hat danîn, ew tedbîr ber bi sistbûnê ve çûn.

Li parêzgehê ku nifûsa wê 460 hezar kes e, gilîyên derbarê qutbûna avê de zêde dibin, lê rêveberîya qeyûm îdîa dike ku ew nûçeyên wiha “spekulativ in” û dibêje, 7 hezar metresêca avê didin bajêr, ev rêje di demjimêrekê de bilindkirine bo 8 hezar û 200 metresêca û sedem jî “bikaranîna qeçax” û “zêde bikaranîna avê” ye.

Tê gotin ku piştî van daxuyanîyan herçiqas di ware qutbûna avê de hinek başbûn çêbûbe jî lê di vê meha dawî de li seranserê bajêr disan qutbûna avê destpê kirîye. Ligel qutbûna avê hejmara kesên bi Coronayê jî dikevin zêde dibe û hema bibêje her roj hinek cih tên kerentînekirin. Pispor li dijî bahorê balê dikşînin ser paqijîyê û Serokê Odeya Pizîşkan a Êlihê Selahattin Oguz jî daxwaz kir ku bilez astengên li ber xwegihandina avê bên rakirin bi taybetî di vê dema hestyar de.

Oguz da zanîn ku hemû kes dizane li bajêr vîrusa koronayê bilez belav dibe û got: “Av ji bo tendirûstîya civakê gelekî girîng e. Bahor nebe jî girîng e. Di ware nexweşîyên enfeksyonê de girîngîyeke taybet a avê heye. Divê qet ava paqij û tendirûstê neyê kêmkirin. Nebûna avê bandoreke nerênî li paqijîyê dike. Ji destpêka pandemîyê ve me bal kişand ser maske, mesafeya civakî û paqijîya şexsî. Yek ji xalên girîng ên paqijîyê jî av e. Lewra divê qutbûna avê yekser were rawestandin. Av pêdivîyeke. Lewra divê ava paqij bo civakê were dabînkirin û bo tendirûstîya civakê girîngîyeke wê ya taybet heye.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin