Li Efrînê zimanê Kurdî ji bernameya ezmûnên xwendinê hat derxistin

Li Efrînê zimanê Kurdî ji bernameya ezmûnên xwendinê hat derxistin

Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûrîyê zimanê Kurdî ji bernameya ezmûnên xwendinê li herêma Efrînê derxistîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Çavkanîyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûrîyê zimanê Kurdî ji programa xwendinê li herêma Efrînê avêtîye.

Çavkanîya taybet bi Rûdawê dîyar kir ku dibistanên Efrînê bernameya ezmûnan belav kirîye li di nav bernameyê de zimanê Kurdî tune ye.

Çavkanîyê destnîşan kir ku tevî zimanê Kurdî di nava bernameya xwendinê de hebû, lê ezmûna zimanê Kurdî di bernameyê de nehatîye.

Heman çavkanîyê da zanîn ku tabloya baregehê hikûmeta demkî jî li herêma Efrînê bi zimanên Erebî, Tirkî û Înglîzî hatîye nivîsandin û zimanê Kurdî di nav de tuneye.

Çavkanîyê ev yek jî dîyar kir ku ku hikûmeta demkî dest danîye ser wîlaya welatîyê Kurd Cemîlê Qorta li duryana gundê Qitmê û ji bo xwe kirîye baregeh.

Artêşa Tirkîyê û çekdarên opozisyona Sûrîyê yên girêdayî Tirkîyê di 20ê çileya 2018an de dest bi operasyona Çiqlê Zeytûnê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û piştî 58 rojan ji şer, di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe.

Ji dema ketina Efrînê ve û heta niha, gelek zanyarî ji nava Efrînê û bajarok û gundewarên derdora wê tên, ku amaje bi guhertina sîstematîk a demografîya Efrînê û bi taybet bi erebkirina wê herêmê dikin.

1-099.jpg

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin