”Li Efrînê Zarokên Kurd di bin tanqên Almanyayê de can didin”

”Li Efrînê Zarokên Kurd di bin tanqên Almanyayê de can didin”

Platforma Kurdên li Hamburgê li ber avayîya TV- NDR ya Merkezîya Almanya û li ber Konsolosa Tirkiye ye ya Hamburgê êrîşa Dewleta Tirkîyeyê ya li ser Efrînê protesto û rûreş kir

A+A-

Platforma Kurdên li Hamburgê di 31.01. 2018ê li ber avayîya TV- NDR ya Merkezîya Almanya ye û di 1ê Sibatê de jî li ber Konsolosa Tirkiye ye ya Hamburgê êrîşa Dewleta Tirkîyeyê ya li ser Efrînê protesto û rûreş kir

afrina-ham-001.jpg

Platforma Kurdên li Hamburgê ji yekîtîya hezên her çar perçên Kurdistanê pêk te.Di xwepêşandana li ber TV- NDR ya Almanya ye alaqakî mezin hebû û Redektisyona TV- NDR bi taybetî ji mere alaqakî mezin şanîdan û hemû dokumentê me hazirkiribun girtin û di saet 19.30 an de nûçekî li ser xwepêşandana me çêhkirin û belavkirin. Ku navê nûçê ( Heute Jornall ) te naskirin hemû Alman we Programê gûhdardikin.

afrin-ham.jpg

Disa îroj me ji bona hemû partîyên Almanya ye ku di Parlementoye de Fraktionên wan henê ( CDU, SPD, FDP, 90/ die Grüne û LINKS-Partei) Dosyaki hazirkir û wek bi navê Delegasyona Platforma Kurdên li Hamburgê me wan ziyaret kir û dosya xwe pêşkeşî wan kirin.Bi havakî keffxweşî me qebûl kirin.

Platform di 31.01.2018ê de li ber konsolosê Tirka xwepêşandanik li dar xist û êrişa li ser Afrinê û dagirkerîya Kurdistanê protestokir. Li ser navê Platformê bi Almani, Kurdî û bi Tirkî axaftin hatin kirin.

Hemû çalekî bi hawakî serkeftî derbasbûn.

Şer, li hemû deran di serî de zarok û jin, dibe sedema kuştin û kareseta mirovî û wêrankarîyê, bê guman di Efrînê de jî wê wisa ye.

hamburg-efrin.jpg

Êrîşa Dewleta Tirkîyeyê ya li ser Efrînê, êrîşeke dagirkerane ye, em vê êrîşê rûreş dikin.

Dewleta Tirkîyeyê li her deverê cîhanê li ser dijayetîya miletê Kurd sîyasetekê dimeşîne. Dewleta Tirkîyeyê dibêje em nahêlin li tu derê Kurd tu mafekî bidest bixin, em nahêlin Kurd li tu derê bibin xwedîyê statuyeke sîyasî.

afrina-kurda-hamb-001.jpg

Em wek Platforma Kurdên li Hamburgê bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin: Dev ji vê sîyaseta dijminane ya li himberî miletê Kurd berdin. Êrîşa li ser Efrînê demildest rawestînin. Dev ji vî şerê li bakur û Rojavayê Kurdistanê berdin. Li Bakurê Kurdistanê ji bo çareserîya sîyasî li gel hemû partîyên Kurdan dîyalogê dest pê bike. Li Rojava û li Başûrê Kurdistanê bibe dostê miletê Kurd, rêzê li mafê çarenûsîyê û mafê bidest xistina mafên netewî û demokratîk yên miletê Kurd bigire.Dijayetî û dijminatîya gelê Kurdistanê ne karekî mirovane ye.

Êrîşa li ser Efrînê êrîşeke li dijî mirovahîyê ye; êrîşeke li dijî hemû miletê Kurd e. Em êrîşa li ser Efrînê rûreş dikin.

M. Ali/Hamburg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin