Li Efrînê teqînek bihêz qewimî – Kuştî û birîndar hene

Li Efrînê teqînek bihêz qewimî – Kuştî û birîndar hene

.

A+A-

Li navenda bajarê Efrînê îro teqînee mezin çêbû û li gor zanyariyên destpêkê kesekê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, îro duşemê, di demjimêrên nîvro de, otomobîleke mînkirî li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqiya.

Li gorî heman çavkaniyan, di encama wê teqînê de, herî kêm kesekê jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Ji wê dema ku artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, dagir kirine, bi dehan teqîn li bajarê Efrînê çêbûne û bi sedan kes bûne qurbanî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin