Li Efrînê serbazekî Tirkiyê û 2 çekdar hatin kuştin

Li Efrînê serbazekî Tirkiyê û 2 çekdar hatin kuştin

Li Efrînê di êrişekê de li ser rêbendeke leşkerî, leşkerekî artêşa Tirkiyê û 2 çekdarên grûpên ser bi wê ve hatin kuştin.

A+A-

Li Efrînê di êrişekê de li ser rêbendeke leşkerî, leşkerekî artêşa Tirkiyê û 2 çekdarên grûpên ser bi wê ve hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirov belav kir, hejmarek çekdarên nenas bi gule û narincokan êrişî rêbenda hevbeş a leşkerên Tirk û çekdaran ya di navbera gundê Basûtê û bajarokê Cindirêsê de kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama êrişê de leşkerekî artêşa Tirkiyê û 2 çekdar hatin kuştin.

Jêderekî ji Efrînê da zanîn, şeva borî topxaneya Tirkiyê ji nava Efrînê ve herêma Şehbayê da ber topan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin