Li Efrînê sê jinên Êzidî ji alîyê grûpên çekdar ve hatine girtin

Li Efrînê sê jinên Êzidî ji alîyê grûpên çekdar ve hatine girtin

Çekdarên Grûpa el Hemzat a girêdayî Titkîyê 3 jinên Kurd ên Êzidî ji herdu gundên Birc Evdalo û Kîmarê revandine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistinê, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkîyê çend jinên Kurd girtine ku 3 ji wan Kurdên Êzidî ne.

Ji nav Gundê Birc Evdalo, çekdarên Grûpa el Hemzat keçeke 20 salî û dîya wê ya 48 salî girtine.

Rêveberê Sazîya Êzidyan li Herêma Efrînê Elî Îso, zanyarîyên hûr derbarê sê jinên Kurd ên Êzidî ku li herêma Efrînê hatine girtin Rûdawê û ew dibêje: “Xezale Betal, ji gundê Birc Evdalo ye, temenê wê nêzîkî 20 salîyê ye, roja 5ê Adara 2020an hatîye girtin. Ew li ser destê grûpeke çekdar hatîye girtin û niha li zindaneke Cindirêsê girtî ye.”

Elî Îso dîyar kir ku Gulê Hesen jî  ji gundê Birc Evdalo ye û ew li ser destê grûpa Hemzat hatîye girtin û got: “Temenê Gulê Hesen 48 sal in. Dîya Xezale Betal e. Roja 9ê Adara 2020an hatîye girtin û li gundê Birc Evdalo girtî ye.”

Bi gotina Elî Îso, Arîn Dilî Hesen ji gundê Kîmarê ye, temenê wê 21 sal in, roja 27ê Sibata 2020an li ser destê grûpa Hemzat hatîye girtin.

Birayê Arîn Hesen, keça 21 salî ku ji alîyê grûpa navborî ve ji 27ê sibatê ve hatîye girtin dibêje: xwîşka min bêguneh hatîye girtin û grûpa çekdar daxwaza fidyeyê li me dike.

Hesen Dilî Hesen ku birayê Arîn Dilî Hesen e, dibêje xwîşka wî bêguneh hatîye girtin û grûpa çekdar daxwaza fidyeyê li wan dike.

Derbarê girtina jinên Êzidî li ser destê grûpên çekdar, Elî Îso, Rêveberê Sazîya Êzdîna, ji Rûdawê re dibêje bêdengîya li hember girtina jinan hiştîye çekdar binpêkirinên xwe zêde bikin.

Çavkanîyên ku ji nava Efrînê bo Rûdawê axivîne, tekez dikin ku armanc girtina jinan têvdane xelkê ser koçberîyê ye û wergirtina pereyên pirr ji kesûkarên wane.

Ji bo zêdetirê nûçeyê bitikînin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin