Li Efrînê rewşenbîrekî navdar hate girtin!

Li Efrînê rewşenbîrekî navdar hate girtin!

Çekdarên bi ser Tirkiyê ve, fereziya rewşenbîrî ya nakirî, Hisên Bozo, li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê girtin û berê wî dane cîhekî ne diyar.

A+A-

Îro, hate gotin ku, hemwelatî û rewşebîrê kurd Hisên Bozo, di 4 roj berê li nêzîkî devera peykera Kawa, li navenda bajêr, ji aliyê gruba Cebhe El-Şamiyê ve hate girtin.

Hat ragihandin ku çekdaran daxwaza wî ji bo çaksazkirina boriya avê kiribû, ji ber ew karmendê şîrketa avê ye, lê wan çekdaran di cî de ew girtin û heya nayê zanîn ku li kîjan girtîgehê ye.

Hisên Bozo, rewşenbîrekî navdar e û li pPeymangeha Viyan Amara ya derçûnkirina mamosteyan, mamosteyê kelepûra kurdî bû û her wiha li ahengan pêşkêşkarî dikir û di heman demê de weke çîrokbêjekî tê naskirin.

Rewangeha sûrî ya mafên mirovan, di raporeke xwe dabû xuyakirin ku 840 hemwelatiyên kurd ên Efrînê, di girtîgehên Tirkiyê û çekdarên bi ser ve de ne, ji koma 2340 sîvîlên ku hatibûn girtin, lê çalakvanên deverê dibêjin ku hejmara girtiyê Efrînê bêtirî 4000 kes e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin