Li Efrînê dizî û talana gûrûbên çekdar dewam dike

Li Efrînê dizî û talana gûrûbên çekdar dewam dike

Gûrûbên çekdar ên ser bi artêşa Tirkîyê ve, bi armanca dizî û talanîyê û koçberkirina Efrînîyan ji cih û warên xwe, bi her awayekî zulm û zorê li Efrînîyan dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan -  Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, bi armanca têkbirina rewşa ewlehîya Efrînê, tirs û hovê bixin dilê welatan û bi taybet ê Kurdan û ji bo dizî û talanê bikin û welatîyan birevînin, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkîyê ve, ji roja 18 ta 23ê Adarê bi awayekî rojane teqîn yan bi rîya otombîl yan bi rîya motorsîklan li Efrînê kirin.

Da zanîn jî, li gundê Maratê grûpa çekdar El Hemzar bi armanca avakirina baregehekê ji çekdarên xwe re, baca hezar Lîre Sûrî li ser her serîyeke pez ferz kir, ta bi wê yekê nêzîkî 2 milyon Lîreyên Sûrî ji gundîyan kom bike.

Li gundê Omera yê navçeya Raco jî, grûpa El Muntesêr dest danî ser 3 tirektorên Henîf Bilal Hemû, Mihemed Îbiş Miho û Remzî Bekir Nasan û li her yekî ji wan baca 150 teneke zeyt ferz kir, heta kiribin direktorên xwe vegerînin. Herwiha baca 100 teneke zeyt li Nezîr Şukrî Cafer û Ehmed Şukrî Cafer ferz kir, heger heta hefteyekê wê bacê nedin, dê dest deynin ser direktorên wa

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin