Li Efrînê çiya û darên zeytûnan tên şewitandin

Li Efrînê çiya û darên zeytûnan tên şewitandin

Duh li gundên Bedîna û Dumiliya navçeya Reco ya Efrînê agirê ku bi daristan çîya û darên zeytûnan ketîbû hêj berdewam e.

A+A-

Duh li gundên Bedîna û Dumiliya navçeya Reco ya Efrînê agirê ku bi daristan çîya û darên zeytûnan ketîbû hêj berdewam e. 
Rêxistina Mafên Mirovan di raportekê de belav kir, ji duh de agir bi darên zeytûnan, bi  çiyayên gundên Bedîna û Dumiliya ketiye û gelek dar di encama agirî de hatina şewitîn
.
Wê rêxistinê da zanîn jî, ew navçe jî di bin kontrola grûpa bi navê “Lîwaya 112” a bi ser hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê ve ye.
Ji Havîna sala bûrî ve, çekdaran agir bi zêdetir 40 cih, çiya û daristanên Efrînê xistine û beşek mezin ji darên zeytûnê û darên din şewitandibûn. Artêşa Tirkiyê ti hewldan ji bo vemirandina wan agiran nake û tenê bi hewla welatiyên sivîl tên vemirandin.
Herwiha çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar 
dikin û dibêjin, grûpên çekdar şerekî aborî jî li dijî sivîlên Efrînê dike, ji bo xelkê Efrînê neçar bibe ji ser xaka xwe koçber bibe.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin