Li Efrînê bombebaran didome!

Li Efrînê bombebaran didome!

Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê careke din gundê Hecsikenderê yê herêma Cindirêsê bombebran kirin û herwiha gundê Hemamê yê Cindirêsê jî tê topbaran kirin.

A+A-

Bombardimana balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bo ser navçe û gundên Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Li gor agahiyan, gelek zerer û ziyan gehiştiye malên welatiyên navçeyê û birîndar jî hene.

 

Hate ragihandin ku, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê îro dîsan gundê Hecsikenderê yê herêma Cindirêsê  bombebran kirin û gundê Hemamê yê Cindirêsê jî tê topbaran kirin. Herwiha hat ragihandin ku sivîlên birîndar jî hene.

 

Vê sibê jî balafirên şer derdora çiyayê Gir û gundên Tobal, Ibêdan, Qurnê, Elî Caro û girê Şêx Xurzê yên navçeya Bilbilê bombardiman kiribûn. Di encam de gelek zerer û ziyan gihiştibû malên welatiyên navçeyê.

 

 

Artêşa Tirkiyê 20ê Çileya 2018ê operasyona Efrînê da dest pê kirin û rojane navçeyên derdora Efrînê tên topbaran kirin. Di van êrîşan de heta niha bi dehan kes bûne qurbanî û di nav wan de kesên sivîl jî hene. Bi hezaran kes jî koçber bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin