Li Duhokê şûnwarê 2700 salî ya kargeheke şerabê hat dîtin

Li Duhokê şûnwarê 2700 salî ya kargeheke şerabê hat dîtin

.

A+A-

 Li gundê Xinis li parêzgeha Duhokê şûnwarekî dîrokî yê serdema Aşûriyan hatiye dîtin ku cihê kargeheke çêkirina şerabê ye. Şûnwarê han ji aliyê tîmeke Zanîngeha Udine ya Îtalî û Rêveberiya Şûnwarên Duhokê ve hatiye dîtin.

Ew kargeha şerabê ya dîrokî dikeve 13 kîlometriya bakurê navenda qezaya Şêxanê, kargeheke mezin e û bi armanca bazirganiyê hatiye çêkirin. Tîma ku lêkolîn li ser wî cihê dîrokî kiriye, dibêje ku hem cihê depokirina tirî û çêkirina şerabê lê hebûye û hem cihê depokirina şerabê.

Dîroka wê kargeha şerabê vedigere bo beriya 2700 salan, ku 14 mehser lê hene û tirî û fêqî têde hatine givaştin û pelçiqandin daku şerab lê bê çêkirin.

Ew şûnwarê dîrokî piştî heftiyekê ji xebata tîma hevbeş a Zanîngeha Udine ya Îtalya û Rêveberiya Şûnwarên Parêzgeha Duhokê hatiye dîtin.

Zêrevan Ebdulhemîd, şûnwarnas derbarê wî cihê dîrokî de ji Rûdawê re ragihand, “Şiklê wan wek hev dihate çêkirin bo çêkirina şerabê dihat bikaranîn, jibo armanceke bazirganiyê dihat bikaranîn, çimkî şêwê wan gelek berfireh e û gelek mezin e, bo merema bazirganiyl dihat bikaranîn.”

Tîmeke Zanîngeha Udine ya Îtalî li gel Rêveberiya Şûnwarên Duhokê, her sal bo dema 3 mehan vekolînê li ser şûnwarên li sînorê wê parêzgehê dikin, di salên bê de jî dê hevkariya wan berdewam be.

Dr. Bêkes Birîfkanî, Rêveberê Şûnwarên Duhokê ji Rûdawê re diyar kir, “Ev tîma Îtalî nêzîkî 10 salan e li gel me kar dikin, ji sala 2012an ve heta niha, kar her berdewam e û jibo salên bê jî me girêbest li gel wan heye ku xebat berdewam be û heta niha li gel tîma wan me kariye 1140 cihên şûnwarî li sînorê parêzgeha Duhokê tomar bikin.”

Li gor lêkolînan, ev kargeha çêkirina şerabê vedigere bo serdema Aşûriyan û dîroka ve vedigere bo beriya 2700 salan û yekem kargeha şerabê ya bi vî awayî ye, ku li bakurê Mezopotamyayê hatiye dîtin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin