Li Duhokê Pêşandana jinên ji DAIŞê rizgarbûyî

Li Duhokê Pêşandana jinên ji DAIŞê rizgarbûyî

Di roja 25ê Mijdarê roja lidijîderketina tundîtiya li hember jinan de ji Duhokê nûçeyeke watedar hat. 30 jinên kurd ên Êzdî ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, berhemên destî çêkirine û li Duhokê ev berhem hatin pêşandan.

A+A-

Berpirsa navenda Duhokê ya piştevaniya jin û keçan Luma Hazim ji BasNewsê re ragehand: ‘’30 keç û jinên rizgarbûyî nêzîk hezar parçe karên xwe yên destî pêşandan û bi firotina wan berheman ve jî dahata wê dê bo programên çareseriya derûnî li navenda rizgarbûyan re bê cuda kirin. Piştî ku revandiyên destê DAIŞê hatine rizgar kirin di navenda piştevaniya jin û keçan de me çareseriya wan a derûnî pêkaniye û ji bo careke din ew rizgarbûyên êzdî bikarin vegerin civakê bi awayek asayî jiyana xwe bidomînin me xebatên taybet kirin.’’

 

Herwaha got: ‘’Îro heta sibê 26.11.2017ê dê berhemên jin û keçên rizgarbûyên destê terorîstên DAIŞê bên pêşandan li Family Moll a Duhokê.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin