Li Diyarbekirê ji bo “rewşa girtiyan” nobeta edaletê dest pê kir

Li Diyarbekirê ji bo “rewşa girtiyan” nobeta edaletê dest pê kir

.

A+A-

Li Şaxa Mirovan a Diyarbekirê bo balkişandina ser rewşa girtiyan, nobeta edaletê dest pê kiriye û derbarê rewşa girtiyên nexweş de jî civîneke çapemeniyê hat li darxistin. Bang hate kirin ku bila rê li ber dermankirina girtiyên nexweş were vekirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Diyarbekirê ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş, nobeta edaletê da destpêkirin û civînek çapemeniyê hat li darxistin.

Bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş, li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê nobeta edaletê ya navbera demjimêr  10.00-21.00ê de bidome hat li darxistin.

Di dema nobetê de jî demjimêr 11.00ê civîna çapemeniyê hat li darxistin. Parlementer û rayedarên HDPê, mafnas û malbatên girtiyên nexweş jî tevlî civîna çapemeniyê bûn.

 Di civîna çapemeniyê de bang hate kirin ku rê li ber dermankirina nexweşan were vekirin ji ber ku rewşa gelek nexweşan her ku diçe girantir dibe û ji rayedaran hate xwestin ku yasa werin cîbicîkirin û sizayê girtiyên ku nexweş in bo dema dermankirinê were rawestandin.

Her wiha ji Serokomar jî hat xwestin ku erke xwe yê lêborînê bêyî ku cudahiyê têxe navbera girtiyên nexweş bo hemû girtiyên nexweş bi awayekî wekhev bi kar bîne.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin