Li dijî avahiya HDPê ya Stenbolê êrişa çekdarî

Li dijî avahiya HDPê ya Stenbolê êrişa çekdarî

.

A+A-

2 kesên ku li dijî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevler a Stenbolê êrîşa çekdarî pêk anîn, bi kêrê endamekî partiyê birîndar kirin. Hat zanîn ku kesê êrişkar di dema êrîşê de gotiye “Ez dê we bikujim”.

Îro Sêşembê 28ê Kanûna 2021an du kesan êrîşî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê kirin.

Li gor agahiyan, ji êrîşkaran yekî çek û yê din jî kêr hilgirtibû.

Hat ragihandin ku kesê çekdar bi dengekî bilind qîriyaye û gotiye, “Ez dê we hemûyan bikujim”. Yek ji êrîşkarên ku piştî mudaxaleya endamên HDPê hewl daye bireve, ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Li gor agahiyên destpêkê, êrîşkarê ku hatiye desteserkirin 25 salî ye.

Hat diyarkirin ku çeka êrîşkar girtî ye. Hat îdiakirin ku di êrîşê de endamekî partiyê bi kêran birîndar bûye.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî êrişê ragihandiye, “Li hemberî avahiya me ya li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê hewldana êrîşa çekdarî pêk hat. Di encama girtina çekê de rê li karesateke mezin hat girti. Êrîşkar hat desteserkirin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin