Li dij pîlanên dijminên me bibine yek deng û yek helwest

Li dij pîlanên dijminên me bibine yek deng û yek helwest

Li dij pîlanên dijminên me bibine yek deng û yek helwest

A+A-

Adnan Axacan Serokê Federasyona Komelên Kurd li Danmark di ahenga 70. Salvegera damezirandina Partîya Demokrat ya Kurdistanê de gotarekî pîrozbahîyê pêşkêşê endam, layangir û mêvanên PDK kir. Temamê gotara Serokê Federasyona Komelên Kurd li Danmark Adnan Axacan: 

Ji bo Partîya Demokrat ya Kurdistanê/lijneya nawçeya Danmark 

70 êmîn salgera damezrandina Partîya Demokrat ya Kurdistanê li hemû rêvebir, endam û layengirên Partîya Demokrat ya Kurdistanê pîroz be. Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistan ku, di dîroka Kurdistanê de wek tîrêja têkoşîna azadîyê, di nav hemû welatperwerên kurd li hemû beşên Kurdistanê de rewneq da. 

Tekoşîna Partîya Demokrat a Kurdistanê di bin rêberîya nemir Mele Mistefa Barzanî û hevsengerên wî de, her dem cihê hêvî û awatê bûye, ji bo welatperwerên kurd li hemû cîhanê. Qehremanê sedsala bîstan lehengê kurd Nemir Barzanî û Partîya wî, bi tekoşîna xwe ya qehremane li seranserê Kurdistanê bûye sembola kurd û kurdayetiyê. Ev roje li hemû Kurdistanîyan pîroz be. 

Di têkoşîna rizgarîya Kurdistanê de Gelê Kurd îro di saya vê tekoşîna bê rawestan de serbilind û serfiraz e. Beşek ji xewn û xîyalên gelê kurd di pêşengîya hêz û rêxistinên gelê kurd de,teybeten Partîya Demokrat a Kurdistanê ketine jîyanê. 

Başûrê Kurdistanê her çend bi çendîn sale wek dewletek serbixwe jî rêve diçe lê îro di asta cîhanê da başurê Kurdistanê gav bi gav ber bi serxwebûnê ve diçe. Ala Kurdistanê di hemû cih û warên Kurdistanê de bilind dibe. Di şerê dijî DAIŞ ê da qehremanîya pêşmerge di asta navnetewîde bûye destan û cihê  şahnazîyê. Bi saya pêşmergê û gelê Kurdistanê yê qehreman kurd di rojeva hemû cîhanê de nin. Dijminên herî qedîm ê gelê kurd Rêberên gelê kurd, di koçkên serok wezîrî û serokomarîya xwe da bi ala Kurdistanê pêşwazî dikin. 

Hêjayan: 

Parastina van destkevtiyên pîroz, ev serkevtinene, kar, xebat û watinîyên liser milê rêxistin û rêvebirên gelê kurd siviktir nekirî ye. Belkî barê li ser milê me hemûyan û teybeten barê li ser milê rêxistin û sîyasetmedarên kurd gelek girantir kirîye. Ji bo vê yek rêzîya nav mala kurd, yekgirtina hemû hêzên niştimanperwer li vî beşê welat, dê bibe bingeh ku, hemû hêzên niştimanperwer li temamê Kurdistanê bêne ba hev, li dij pîlanên dijminên me yên nexêrxwaz bibine yek deng û yek helwest. 

Federasyona Komelên Kurd li Danmark bi dilekî xweş û serfiraz, rêz û silavên xwe ji serokê herêma kurdistanê û herwiha serokê Partîya Demokrat ya Kurdistanê birêz kek Mesud Barzanî, rêvebir, endam û layengirên Partîya Demokrat ya Kurdistanê ra dişeyînin. Carekî din 70 salîya damezrandina Partîya Demokrat ya Kurdistanê li we û li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin. 

Bijî Kurdistan 

Bijî Kurdistaneke serbixwe 

Federasyona Komelên Kurd li Danmark 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin