Li Dêrsimê jinan bi def û zirnê roja xwe pîroz kirin

Li Dêrsimê jinan bi def û zirnê roja xwe pîroz kirin

.

A+A-

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Platforma Jinan a Dêrsimê bi helkefta pîrozbahiya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji Kolana Hunerê ya navendê heta Qada Seyid Riza meşiyan û bi awayekî girseyî çalakî kirin.

Çalakvanên jin li qadê kom bûn û ligel def û zirnê bi stranên Kurmancî û Zazakî govend gerandin. Piştre li ser navê platformê daxuyaniyek hat dayîn.

Jinan li qadê daxwazên anîn ziman û gotin divê şer bên rawestandin û kuştina jinan jî bi dawî bibe.

Hatice Barut got “Em dixazin ku jin nemirin, azad bin, wenda nebin, rastî destdirêjiyan neyên. Zarokên me bi rihetî bigerin.”

Aynur Turan dibêje “Ez li vê derê ji mêran re dibêjim, destên xwe ji ser me bikişînin, êdî bes e. Bila keçên me, zarokên me nekujin.”

8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê her sal li tevahiya welatan tê pîrozkirin û jin bi çalakiyên cuda nerazîbûna xwe li beramber binpêkirina mafên jinan tînin ziman.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin