Li Colemêrgê qedexe hat ragihandin

Li Colemêrgê qedexe hat ragihandin

Li Colemêrgê hemû cûre çalakî hatin qedexekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîya parêzgarîya Colemêrgê li tevahîya wî bajarê Bakurê Kurdistanê encamdana hemû cûre çalakîyan hatine qedexekirin.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin, ji bo “rêlibergirtina egera provakasyon û bûyeran” ev biryara qedexêyê weke tedbîrek hatîye girtin.

Li gor daxuyanîya parêzgarîya Colemêrgê, bo heyama 15 rojan ku ji şeva 30ê Mijdarê dest pê dike, konferansên rojnamevanîyê, vekirina stant û çadiran, xwepêşandan, çalakîyên rûniştinê, merasîmên bîranînê, konsert, belavkirina belavok û hemû cûre çalakîyên din hatine qedexekirin.

Hatîye ragihandin ku biryara qedexeyê navçeyên ser bi wê parêzgaha Bakurê Kurdistanê ve jî li xwe digire û herwiha hatîye gotin ku rê dê tenê bi çalakîyên ku ji alîyê parêzgarî û qeymeqamtîyan bê dayîn.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ev heyameke dirêj e bi hincetên cuda qedexe tên danîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin