Li Çêwligê pîrejinekê di bin berfê de can da

Li Çêwligê pîrejinekê di bin berfê de can da

Li bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê ji banê xaniyekî berf bi ser jineke pîr de ket û di encamê de jina pîr canê xwe ji dest da.

A+A-

Li gor agahiyan bûyer li Uçyakaya gundê li ser navenda Çewlîgê duh bi şev çêbû.


Saîme Boray a 71 salî ji mal derket û demekê dirêj venegeriya.


Malbat li ser vê ketin şikê û derketin derve û behnekê lê geriyan. Pîrê nedîtin û li ser vê agahî dan rayedaran.


Piştî demekê din tîmên AFAD û UMKEyê hatin herêmê li jina pîr geriyan.


Di encama lêkolînan de hat tespît kirin ku jina di binê berfê de miriye.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin