Li Cerablûsê teqîn: 3 serbazên Tirk û 3 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin

Li Cerablûsê teqîn: 3 serbazên Tirk û 3 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin

Hat ragihandin li Cerablûsa ku di destê Artêşa Tirk û Artêşa Azad a Sûriyê de ye teqînek pêk hat. Di encama teqîna li gundewarên Cerablusê 3 leşkerên Tirkiyê û 3 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin.

A+A-

Li gorî ajansek ser bi Opozisyona Sûriyê ve, teqînek li bajarokê Xendûra yê rojavayê bajarê Cerablus ê bakurê rojhilatê bajarê Helebê, ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad de ye rû da.

Wê jêderê belav jî kiriye, dema ku 3 leşkerên Tirkiyê û 3 leşkerên artêşa azad otombêlek bombekirî ji kar dixistin, bi wan ve teqiya û di encam de her 6 hatin kuştin.

Ajansa Anadoluyê (AA) jî ev teqîn ragihand. Li gor AAyê otomobîleke bombebarkirî ji herêma Minbicê ku di bin kontrola HSDê de derketiye û li xala pêşî ya pişkinînê ya li Cerablûsê hatiye teqandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin