Li Cerablusê teqîn

Li Cerablusê teqîn

Li bakurê Suriyê li bajarê Cerablusê yê ser sînorê bakurê Kurdistanê Dîlokê ji ber sedemên nayên zanîn teqînek pêkhat.

A+A-

Li navçeya Karkamişa ser bi Dîlokê, li aliyê din ê sînor li Cerablusê teqînek pêk hat û teqîna nêzîk deriyê sînor pêkhatî de bi bandora teqînê ve li navçeya Karkamişê camên malan şikestin.

Bûyera ku îro 02.08.2018ê piştî nîvro pêkhat de, tê gotin li bakurê Suriyê li bajarê Cerablusê ji ber mayîneke berê hatî çandin teqîn çêbûye û li gor agahiyên destpêkê di bûyerê de kuştî birîndar nebûne.

Li gor çapemeniya Tirkiyê li ser vê bûyerê di sînor de tevdîrên ewlehiyê hatine zêdekirin.

Bajarê Cerablusê dikev bakurê Sûriyê û li ser sînorê bakurê Kurdistanê ye.

Herwiha bajar ji aliyê opozîsyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê û artêşa Tirkiyê ve tê kontrol kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin