Lî Celewla ji ber êrîşa DAIŞê 2 kes mirin

Lî Celewla ji ber êrîşa DAIŞê 2 kes mirin

Doh şev pêncşemê rêxistina terorîst DAIŞê êrîş aniye ser xelkê medenî û artêşa Iraqê li bajarokê Celewla yê ser bi navşeya Xaneqînê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamê Encûmena Celewlayê Beşîr Ebdulla axivî û got: “Îşev ji saet 21:00an va rêxistina DAIŞê li herêma Şêx Baweyi ya di navbera Celewal û Xaneqînê da êrîşî hêzên Iraqê kir.”

Herwiha Beşîr Ebdulla da zanîn ku di encama êrîşa terorîstên DAIŞê li gundê Silêman li herêma Şêx Bawe 2 kes hatine kuştin û DAIŞê bi çekên qenas êrîş kirîye.

Herwiha Beşîr Ebdulla da zanîn ku aniha xelkê gund rahiştine çekan û gundên xwe dijî wan êrîşên DAIŞê diparêzin.

Li alîyê din Berpirsê Partîya Demokrata Kurdistanê  (PDK) li nahîya Celewla ya Xaneqînê, Mehmûd Delo ji BasNewsê re got di encama êrîşa DAIŞê da 2 kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Celewla ser bi nahîyeya Xaneqînê ya û di bin îdareya Germîyanê da ye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin