Li binkeyeke serbazî ya Rûsyayê teqîn

Li binkeyeke serbazî ya Rûsyayê teqîn

Li binkeyeye serbazî ya Rûsyayê teqînekê rû da. Polîsê wî welatî ragihand ku di wê teqînê de 2 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.

A+A-

Li binkeyeye serbazî ya Rûsyayê teqînekê rû da. Polîsê wî welatî ragihand ku di wê teqînê de 2 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.

 

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li binkeyeke serbazî ya wî welatî teqînekê rû daye.

 

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin teqîn li binkeyeke serbazî ya li herêma Arhangelsk a li parêzgeha Severodvinskê pêk hatiye.

 

Hatiye gotin ku piştî teqînê agir bi keştiyeke li wê binkeya serbazî ketiye.

 

Hêzên polîsên Rûsyayê jî ragihandine di encama teqînê de 2 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.

 

Wezareta Berevaniyê ya wî welatî ragihandiye ku ti metirsiyek li ser jiyana welatiyên li wê deverê nîn e û rewş di bin kontrolê de ye

Etiket : ,
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin