Li Bexdayê teqîn

Li Bexdayê teqîn

Li Bexdaya paytexta Iraqê, îro di saetên êvarî de teqîneke bi hêz rû da.

A+A-

Berpirsê Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Şaristaniyê ya Iraqê, ragihand ku di depoya çek û cebilxane li Serbazgeha Saqir a ku dikeve başûrê paytexta wî welatî teqîneke bihêz rû daye.

 

Li gor zanyariyan ji Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Şaristaniyê ya Iraqê wergirtine, di wê depoya çek û cebilxane ya li devera Werc de, destpêkê şewat derketiye û piştre teqemeniyên di wê depoyê de li pey hev teqiyane.

 

Berpirsê Berevaniya Şaristaniyê ya Iraqê dibêje, ji ber teqînê çend mûşekên di wê depoyê de ketine nêzikî tîmên Berevaniya Şaristaniyê lê ti ziyaneke canî çênebûye.

 

Hatiye ragihandin ku xebatên vemirandina agir di wê depoyê de berdewam dikin û heta niha derbarê ziyanên canî û madî de daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.

Etiket : , ,
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin