Li ber çavan hildiweşe

Li ber çavan hildiweşe

Dêra Surp Sarkîs a li Amedê ye ku ji bo gelê ermen gelek girîng e û bi saya wê em fêrî gelek agahîyan dibin. Dêra kevnar ji bêxweyîtî roj bi roj li ber çavan hildiweşe

A+A-

Navenda Nûçeyan - Dîrok ne tenê bûyer an jî bermahî ne ku di paşxaneya demê de wenda bibin biçin. Bi kartêkerîya xwe ya li ser jîyanê her tim zîndî ye. Bi taybetî avahîyên dîrokî der barê serpêhatîyên gelan de pir tiştan dibêjin. Ew ji bîr û bawerî, zanist, ziman, estetîk û hwd. ya gelan nizilîne û heta roja me ya îro hatine.

Yek ji van avahîyên dîrokî, dêra Surp Sarkîs a li Amedê ye ku ji bo gelê ermen gelek girîng e û bi saya wê em fêrî gelek agahîyan dibin. Dêra Surp Sarkîs ji çar dêrên ermenan ên li Amedê dêrek e ku 500 sal berê hatîye çêkirin.

Dêra ermenan Surp Sarkîs ku gelê herêmê wê wek Dêra Çiltûkê jî bi nav dike, ji bêxweyîtîyê demek dirêj e bi tevahî li ber hilweşînê ye. Dîwarên dêrê bi kevirên reş ên Amedê hatine çêkirin. Dêra kevnar ji bêxweyîtî roj bi roj li ber çavan hildiweşe.

Çarmedorê dêrê vekirîye û ti bergirî ji bo ewlehîya wê xuya nabin. Hem li gor agahîyên kesên li derdorê dijîn hem jî meriv bi çavên xwe dibîne ku hin cihên dêrê hatine kolandin û hin dîwarên wê jî hatine xerakirin û kevir jê hatine derxistin. Tê payîn ku cihên kolandî ji alîyê defînegeran ve hatine kolandin.

Rêveberê Weqfa Dêra Surp Gîragos a Ermenan der barê rewşa dêrê ya niha , hewldanên wan ên ji bo jinûveçêkirinê û astengî û zehmetîyên li pêşîya wan de axivî. Ohanyan dîyar kir ku dêra Surp Sarkîs di bin banê weqfa wan de ye û 30-40 sal in di rewşa niha de ye ku bi tevahî li ber hilweşînê ye.

Dêr bêxwedî maye

Ohanyan amaje pê dike ku heta şerê nav Sûrê yê 2015’an malek di hewşa dêrê de hebûye û wê malê xweyîtîyê li dêrê kirîye. Bi despêkirina şer re ew malbat jî ji neçarî mala xwe bar dike û dêr bêxweyî dimîne. Piştî ku kes namîne bergirîya dêrê bike kevirên dêrê tên dizînê. Ohannes Ohanyan ev rewş wiha anî ziman: “Xortekî 14 salî diçe kevir dikişîne kemera mezin bi ser da tê xwarê. Ew xort ji mirinê filitî lê ket qomayê. Ez bawer im ne karê wî xortî bû hinek ew şandine. Me ji walîtî û emnîyetê re jî got. Me got qet nebe notirvanek deynin ber dêrê lê heta niha çareserîyek nehatîye peydakirin”

Ohanyan anî ziman ku dêr ji bo dîrok û turîzma Amedê berhemeke pir girîng e lê mixabin xweyîtî lê nayê kirin û ji ber vê jî li erdê maye. Ji bo çêkirina dêrê pir hewl dane lê dewlet xwe nedaye ber çêkirinê. Ji ber ku derfetên wan ên aborî rê nadin, ew nikarin dêrê çêbikin. Ohanyan dîyar kir ku zagon û rêziknameyên heyî yên dewletê yên der barê kêmarên olî de rê nadin ku alîkarîya kêmaran bê kirin û wiha got: “Dewlet dibêje ji ber ku tapo li ser we ye em çênakin, tapo bidin em çêbikin. Du dêrên me yên din jî hene di nav Sûrê de; dêra katolîk a ermanan û dêra protestan a ermenan. Ji ber ku tapoyên wan li ser dewletê ne, ew jî xera bûbûn lê çêkirin.”

Ohanyan di berdewama axaftina xwe de dîyar kir ku ew bi Odeya Avahîsazan a Amedê û Odeya Bazirganîyê ya Amedê re axivîne, ji wan xwestine ku ji bo çêkirina dêrê hewl bidin û wiha got: “Germ li meseleyê nihêrtin gotin temam. Mehek e ez lê dinihêrim wan hîn jî gavek neavêtîye. Ji me re gotin ku ew ê li serê bixebitin bo çêkirinê. Gotin ku ew ê çavkanîyan bibînin  û serî li fonan bidin. Gotin karê avahîsazîyî û projeyê dê odeya avahîsazan çêbike. Odeya bazirganîyê jî got ku ew ê ji bo karê temîratê çavkanî peyda bikin.”

Ohanyan anî ziman ku ew ji bo çêkirina dêrê berî qeyûm bavêjin serê, bi şaredarîya mezin re jî axîne û şaredarî jî erênî nêzîk bûye lê piştî ku qeyûm hatîye êdî ew hêvî û bendewarîya wan jî nemaye.

Dewlet dêrê çênake

Ohanyan herî dawî bang li gel û sazîyên civakî yên Amedê kir ku li dêrê xweyîtîyê bikin û got: “Dewlet dêrê çênake, dimîne sazîyên civaka sivîl; mesela odeya bazirganîyê, a avahîsazan û hwd. kî dixwaze xweyîtîyê li vî bajarî bike.  Amed bajarê me tevan e, divê her kes bibe alîkar.”

Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman jî der barê dêra Surp Sarkîs de axîvî. Kahraman got ku dewlet ferq û meylê dixe navbera olan û ji ber vê nêzîkatîya cudaker dêra li ber hilweşînê ye, çênake.  Kahraman ji bo rewşa wê ya niha hiwa got:“100 sal in di halekî nebaş de ye. Niha kevirên dêrê jê derdixin. Bêxweyî ye û dora wê vekirîye. Ji bo parastinê tiştek nayê kirin. Ji ber tê xwarê bo jîyana mirovan jî xetere ye.”

Kahraman amaje pê kir ku ew dixwazin dêr jinûve were çêkirin lê wek ode derfetên wan tune ne ku çêbikin. Her wiha Kahraman dîyar kir ku ew hewl didin bi wan kes û alîyan re têkilî deynin ku dixwazin bin alîkar.

Kahraman herî dawî anî ziman ku wan wek ode bo çêkirina dêrê bi Odeya Bazirganîyê ya Amedê re têkilî danîye û wiha got: “Di bin navê Desteya Koordînasîyonê ya Bajêr de (ÎKK) ku hemû sazîyên peywendîdar di nav de ne, em li ser çêkirina wê dixebitin.”

Aryen Med-Xwebûn

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin