Li Amedê teqîn: 5 kes mirin

Li devera Pasûr ya Amedê di teqînekê de 5 kes hatin kuştin.

8 Nîsan 2020

Navenda Nûçeyan – Îro danê sibê li gundê Guleç yê navçeya Pasûr ya bajarê Amedê, bombek bi otomobîlekê de teqîya.

Walîtîya Amedê ragihand, ew teqîn terorîstî bûye û di encamê de “5 sivîl” hatine kuştin.

Piştî teqînê, artêşa Tirkîyê li wê deverê dest bi operasyonê kir.