Li Balafirgeha Stenbolê 80 çek hatin dîtin

Li Balafirgeha Stenbolê 80 çek hatin dîtin

Li Balafirgeha Stenbolê di balafira ji DYA hat Tirkiye de 80 çek di walîzekî de hatin ditin.

A+A-

Li Balafirgeha Stenbolê di balafira ji DYA hat Tirkiye de 80 çek di walîzekî de hatin ditin. 
 
Li Balafirgeha Stenbolê di operasyona ku yekîneyên Mufaza Gumrukê û polîsan bi hevre meşandin de, di walizê welatiyê Libyayî yê bi balafirê ji Welatê Yekbûyî yên Amarîka (DYA) dihat Tirkiye perçeyên çekan hat dîtin.

 Rêwiyê Libyayî ku bi balafirê ji DYA hat Tirkiye dema li balafirgeha Stenbolê daket, yekîneyên ewlehiyê, welatî xistin binçavan û walîzê wî kontrol kirin. Di walîz de 52 çekên lûledirêj û otomatik, 4 surguyê çekan, 9 lûleyê dirêj, perçeyên yedek ku di 13 torbeyan de hatin dîtin, bi giştî 80 çek hatin girtin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin