“Li Bakurê Kurdistanê nakokîya hejmara pêketîyên Koronayê heye”

“Li Bakurê Kurdistanê nakokîya hejmara pêketîyên Koronayê heye”

Li gorî hejmara pêketîyên koronayê li Bakurê Kurdistanê bajarên Başurê Rojhilata Tirkîyê 265 in. Lê li gorî pisporên li qadê dixebitin ev hejmar ne rast e û tenê li Amed û Rihayê hejmara pêketîyan 600ê derbas dike.

A+A-

Tirkîye û Bakurê Kurdistanê piştî 1ê Xezîranê ketin pêngava asayîbûnê. Lê piştî vê rojêpêketîyên koronayê zêdetir bûn. Li gorî Wezareta Tenduristîya Tirkîyê pêketîyên rojane gihiştîye yek hezarê.

Dîsa li gorî Wezareta Tenduristîya Tirkîyê li Bakurê Kurdistanê û Başurê Rojhilata Tirkîyê hejmara pêketîyên koronayê 265, li Rojhilata Tirkîyê jî 51 in. Li gorî van hejmaran li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê hêjmara pêketîyan ya nû herî zêde li Bakurê Kurdistanê û Başurê Rojhilata Tirkîyê ye.

Li gorî pisporan ev hejmar jî ev xeterîyeke mezin nîşan dide û ev hejmar ne rast in jî.

Di derbarê vê mijarê de Seroka Odeya Tabîban ya Amedê Dr. Elîf Turan got “hevalên me yên li qadan dixebitin hejmarên cudatir didin me. Tenê li Amedê rojane hejmara pêketîyan 300 e. Hevalên me yên Rihayê dibêjin li vir jî hejmar 300-350 ye. Li gorî hejmarên wezaretê dane, ev hejmar gelek zêdetir in.”

Turan dîyar kir, “Em hemû dizanên malbatên vê herêmê malbatên mezin in. Bi destûrdayîna dawetan, nîşanan û cihên civakbûnê vîrûs di nava mirovan de belav bû. Sedemên aborî jî vê yekê bandor dike. Maske heba wê lîrayek e û tenê carekê tê bikaranîn. Lê mirov van maskeyan gelek caran bikartîne. Divê amurên paqijîyê bê pere bê belav kirin. Mirovên ku testa wan erênî derketine gelek in û ev hatine şandin mala xwe. Ev mirov heta diçin mala xwe vîrûsê jî li derdora xe belav dikin. Hejmara pêketîyan bi vî awayî zêde din-bin.”

Serokê Odeya Tabîban ya Wan û Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç jî got, “Nakokî di hejmaran de heye. Ev sedema pêngava asayîbûnê ye. Hêj vîrûs bi temamî nehate kontrol kirin jiber metirsîya aborî pêgava asayîbûnê avêtin. Pêketîyên ku bi bergirîyan kêm bûbûn piştî pêngava asayîbûnê zêde bûn.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin