Li Babê şerê di navbera cîhadîstan de berdewam e

Li Babê şerê di navbera cîhadîstan de berdewam e

Hate ragihandin ku piştî 24 saetan ji sekinîna şerê li Babê, komên Mertala Firatê yên Tirkiye piştgiriya wan dike dîsa dest bi şerî kir.

A+A-

Aktivîstan teqez kir ku duh êvarî şerekî giran li herêmên Hiwar Kilisê, Dûdyan, Hercele, Xirbe, Qere Mezre, Bixêdîn û rojhilatê Ezazê ya çoltera bakurê rojhilatî ya Helebê dest pê kiriye.

Li gorî agahiyên wan aktivîstan dane, şer di navbera koma Sultan Murad û Siqûr el Şamê (Bazên Şamê) de ye ku herdu jî endamên Mertala Firatê ne ya ku Enqere piştgiriya wê dike.

​Herwiha hat ragihandin ku çekên giran, sivik û navîn bi kar tînin ku endamên herdu koman ketine rewşa amadebaşiyê.

 

"KETÛBEYEKE ARTÊŞA TIRKIYEYÊ DERBAS BÛ"

Li gorî nûçeya RTyê, ew aktivîst diyar dikin ku komên din hewl didin navbeynkariyê bikin da ku şerî rawestînin û agahî hene ku ji ber van hewlan hinekî şer sivik bûye lê hinek çavkaniyan ragihand ku ketîbeyeke Artêşa Tirkiyeyê di rêya korîdoreke Kever Losîn a sînorî ya Parêzgeha Idlibê derbas bûye.

Di berdewamiya nûçeyê de, aktîvistan behsa kuştî û birîndaran dikin ku ji herdu aliyan çêbûne û wan teqez kir ku ew şer bû sedem ku hinek rêyên li derdora bajarê Ezazê bên girtin.

Berî niha jî bi çend rojan, li bajarê Babê, koma Ehrar Eşerqiyê ji aliyekî û Koma Al Wakî ya herêmî û Koma Ehmezeyê ji aliyê din ve şer kiribû û li gorî aktivîstan, di encamê de herî kêm 11 kes hatibûn kuştin ku hinek ji wan sivîl bûn û bi dehan kes birîndar bûbûn.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş jî bal kişandibû ser wî şerî û gotibû: "Di heman demê de ku Minbic di nav îstiqrar, ewlehî û jiyana asayî de ye, komên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî xelkê wê û hev dikin.​ Hemû karên tawanbar ên talan, kuştin koçberkirinê dikin.

 

(Sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin