Li Amerîka Mirinên jiber COVID-19 Giheşt Dora 190.000 Kesan

Li Amerîka Mirinên jiber COVID-19 Giheşt Dora 190.000 Kesan

Li Amerîka kuştinên jiber vîrusa korona îro Çarşemê giheşt nêzîkê 190.000 kesan û li hejmera bûyerên nû vîrusê li eyaletên wek Iowa û Dakota Başûr yên li herêma Midwest (Rojavayênavîn) û Başûr yên Amerîka yê di çend hefteyên borî de her diçe zêde dibe.

A+A-

 

Li Amerîka kuştinên jiber vîrusa korona îro Çarşemê giheşt nêzîkê 190.000 kesan û li hejmera bûyerên nû vîrusê li eyaletên wek Iowa û Dakota Başûr yên li herêma Midwest (Rojavayênavîn) û Başûr yên Amerîka yê di çend hefteyên borî de her diçe zêde dibe.

Eyaleta Iowa niha di asta neteweyî de xwedîyê rêjeya herî bilind e, ku hefteya borî % 15 testên COVID-19 erênî derketin.

Li Eyaleta South Dakota rêjeya testên erênî % 19 ye û herwiha li eyaleta North Dakota jî % 18 ye, li gor analîzek Reuters.

Gelek pisporên saxlemîyê zêdebûna peketinên vîrusê bi jinûve vekirina dibistinan ya li eyaletên Iowa û South Dakota û herwiha bi pêşbazîyeke salane ya motorsîkletê ya li bajarê Sturgis ya South Dakota ve girêdidin.

Eyaletên Kansas, Idaho û Missouri jî di asta rêjeyên testa erênî ya herî bilind de, di nav 10 eyaletên sereke de ne.

Li Amerîka bûyerên nû yên vîrusa korona ev heft hefteyan e ku li ser hev dadikeve û di meha borî de rêjeya kuştinên jiber COVID-19 ya di her yek hefteyê de li dora 6.100 kuştinan hate tomar kirin.
Di asta hejmara kuştinên giştî ya gerdunî de Amerîka bi 58 kuştinên ji her 100.000 kesan, di rêza 12'an de ye û hewdem, di cîhanê de di asta hejmara bûyeran de jî Amerîka bi 1.933 pêketinên ji her 10.000 kesan di rêza 11'an de ye, li gor heman analîza Reutersê.

Hejmara bûyerên COVID-19 yên Amerîka li cîhanê herî bilindtirîn e ku heya niha zêdetirî 6.3 mîlyon peketin hatiye tomar kirin.

Li dû Amerîka, bi 4.3 mîlyon bûyerên COVID-19 mirinên Hîndistan û bi 4.1 mîlyon peketinan Brezîlya tê.

Di heman demê de jimara kuştinên Amerîka herî bilind yê cîhanê ye.

Navenda Dewletên Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan meha borî pêşbînî kiribû ku dê jimara kuştinên li Amerîka heya 26'ê Îlonê bigihîje navbera 200.000 heya 211.000 kesan.

Enstîtuya saxlemîyê ya Zanîngeha Washingtonê jî hefteya borî pêşbînî kiribû ku dê ku hejmara kuştinên li Amerîka heya yên jiber vîrusa korona heya dawiya salê bigihîje 410.000 kesan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin