Li Amedê li ser Komara Mahabadê konferansek hat lidarxistin

Li Amedê li ser Komara Mahabadê konferansek hat lidarxistin

Îro 20ê Çileyê bi hilkefta 73yemîn salvegera damezirandina Komara Mahabadê, bihevkariya Weqfa îsmaîl Beşîkçî, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û HAK-PARê, konferansek hat lidarxistin.

A+A-

Konferansa ku ji aliyê WÎB, PAK, PSK,HAK-PAR û kesayetên serbixwe ve li Odeya Bazirganiyê ya Amedê hatî lidarxistin, ji aliyê gelek derûdorên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û siyasetvan ve hat şopandin.

Konferans, bi modoratoriya Nivîskar Seîd Veroj hat birêvebirin.

Di konferansê de axaftina pêşî ji aliyê Nivîskar Mehmet Emin Arslan ve hat kirin. Arslan, li ser Netewetî û Komara Kurdistanê axivî û pêşniyar kir ku salvegera damezirandina Komara Mahabadê weke cejneke neteweyî bikeve salnameya Kurdî.

Piştî Arslanî, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek, Rola Hîzbî Dîmokratî Kurdistan-Îranê di damezirandina Komara Mahabadê de nirxand û got damezrînera Komara Mahabadê HDK-Î bixwe ye û bo têgihiştina proseyê, divê Komeley Jiyanewey Kurdistan baş were nirxandin ku ev rêxistin piştre dibe Partî Dîmokratî Kurdistan û Qazî Mihemed jî tevlî wê dibe û dibe Serokê wê. Tek herwiha pêşniyara kir û got 21ê Çileyê divê bibe Roja Netewî ya Kurdan. 

Nivîskar Seîd Veroj jî li ser navê WÎByê axivî û behsa xebat û libatên civakî û siyasî kir. Veroj bo birêxistinkirin û sazîbûna dewleta Kurdistanê, komele, kovar, radyo û rojnameyan kir ku hatibûn damezirandin û rêxistina Yekîtiya Jinên Kurd ku ji aliyê Mîna Xanima jina Pêşewa Qazî Mihemed ve hatibû damezirandin kir.

Endamê Lijneya Birêvebirinê ya Navendî Henîfî Turan jî di axaftina xwe de hi anektodan parve kirin ku hişmendiya Qazî Mihemed derdixe pêş ku dewleteke çawa pêşbîn kiriye û di mêjiya wî de Kurdistaneke çawa heye. Turan, herwiha behsa dardakirina Pêşew jî kir û wesiyatnameya wî jî da nasîn.

Axaftina dawî jî ji aliyê Nivîskar Fuad Onen ve hat kirin. Onenî behsa têkiliya dîrok û siyasetê kir û girîngiya nasîna dîrokê di sazkirina siyaseta îroyîn de derxist pêş û ji damezirandina Komara Mahabadê heta îro proseya netewebûna Kurdan raxist ber çavan.

wib2.jpgwib3.jpgwib4.jpgwib5.jpgwib6.jpg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin